• Sunday, 28 July 2024
logo

Welatiyekî Efrînê 7 kes ji malbata xwe gulebaran kirin

Welatiyekî Efrînê 7 kes ji malbata xwe gulebaran kirin
Hevwelatiyekî gûndê Çolaq li nehiya Cindirês ser bi bajarê Eferînê yê Rojavayê Kurdistanê 7 kes ji malbata xwe gulebaran kirin.

Duh roja inê hevwelatiyekî bi navê Mihmed Ebdurehman Rîhanî jina xwe, her du bûkên xwe û sê neviyên xwe dane ber guleyan, piştî re gule berda xwe jî bê ku kes bizanê sedemê vê bûyerê çiye.

Di vê derbarê de D. Arif Xelîl ku di nexweşxaneya Efrîn de kar dike ji BasNewsê re got: Sê ji wan kesên hatine gulebaran kirin canê xwe ji dest dan û çarê din jî birîna wan girane, herwiha û tawanbar jî birîna wî girane û rewşa wî metirsîdar e.’‘

Ji aliyê xwe vejî çalakvan Şîro Elo di derbarê bûye rê de wiha axifî: ‘‘Nebûna aramî û tevlîheviya heyî, peydabûna çekan bi hesanî, herwiha têkçûna rewşa ewlekarî û aborî sedemên serekî yên van bûyeran e.’‘ Hat zanîn ku Asayîşa PYD’ê jî li bajarê Efrînê derbarê bûyerê de dest bi lêkolînan kiriye.

Basnews
Top