• Sunday, 28 July 2024
logo

Parlamentoya Îranê : Divê zewaca demkî zêde bibe

Parlamentoya Îranê : Divê zewaca demkî zêde bibe
Deftera Xwendina Hiqûqî ya Navenda Lêkolînên Meclisa Îranê ragehand kudivê li Îranê ’’Navenda Zewaca Demkî’’ bê vekirin û evna wek kulturekê li Îranê cîh bigire.

Li gor rojnameya Şerq, wê navendê xwestiye ku îdareya tomarkirina zewacê asankariyê ji bo mehra zewaca demkî bike û ew zewac di nasnameya hevwelatiyan de neyê tomar kirin. Herwiha piştgîriya wan malbatan jî bê kirin ku bi awayê demkî dizewicin. Yan qanûneke cuda ku mafên wan kesên bi awayekî demkî dizewicin di meclisê de bê erê kirin.

Piştî şoreşa gelên Îranê, zewaca demkî bi madeya 1075 a qanûna bingehîn a medenî ya Îranê bi awayekî fermî heye. Meha borî serokê saziya tomarkirina belge û milkên Îranê, Ehmed Tuyserkanî ragehandibû ku rêjeya zewaca demkî ji sedî 33 zêde bûye.

Top