• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Hewlêrê şofêrên texsiyan jinan tacîz dikin

Li Hewlêrê şofêrên texsiyan jinan tacîz dikin
Beşek ji şofêrên texsiyan ên bajarê Hewlêrê, jinan tacîz dikin û herwiha destdirêjiya laşê keçên biyanî dikin û hejmara telefonên wan dixwazin, Rêveberê Trafîka Hewlêrê jî dibêje: ‘‘Ew kes dikarin dozê li ser wan şofêrên texsiyan tomar bikin û bêguman dê werin cezakirin.

Berê keçikeke biyanî di rûpela taybetî ya (EPIC)-ERBIL PARTY INTERNATIONAL CIRCUIT li ser tora civakî ya Facebookê ku taybet e bi biyaniyên Hherêma Kurdistanê û bi taybet bajarê Hewlêrê, babetek weşand û eşkere kir ku şofêrên texsiyan daxwazên nemaqul jê dikin. Wê xanimê wiha nivîsiye: ‘‘Mixabin nav û bangê bajarê Hewlêrê ji ber şofêrên texsiyan taksiyê dê xirab bibe.’’

Herwiha dibêje ku dema li hinek texsiyan siwar dibin şofêr daxawazên nemaqul ji wan dikin, an destê xwe dirêjî laşê wan dikin, an dema kirêya rê didin şofêr destê wan digire û daxwaza hejmara telefonê ji wan dikin. Evna ne tenê çîroka wê keçê ye û bi dehan keçên biyanî şahidê vê rastiyê bûne.

Heta li gor mesaja ku wê keça biyanî nîvisiye, bi şevan keçên biyanî ji ber ewlekariya xwe nikarin li texsiyan siwar bibin, di demekê de ku Hewlêr îsal wek paytexta geştyarî ya welatên Erebî hat hilbijartin û bi hezaran jinên biyanî li wî bajêrî dijîn.

Zêdeyî 500 kesan bersiva peyama wê keçika biyanî dane û beşek ji wan çîroka tevgera şofêrên texsiyan a bi wan re ye. Piraniya wan keçan nivîsîne ku gelek caran di nav texsiyê de rûbirûyê pirsên taybet ên weke tu zewicî yî? Mala te li ku ye? dibin. Yan gelek caranşofêr bi zanebûn rê dûr dikin ku pereyên zêde ji wan bistînin an dema axaftina xwe zêdetir bikin.

Herwiha beşek ji şofêran jî bi hinceta ku pereyên hur bi wan re nînin daxwaza telefonên keş an jinên biyanî dikin ku qaşo dê piştre pereyan ji wan re bibin. Gelek jinên biyanî ku li Hewlêrê dijîn dibêjin ew tişt bi serê wan hatiye û eger li cîhên pir qerebalix nebe li texsiyan siwar nabin. Beşek ji wan keç û jinan ji bo çareseriya vê pirsgirêkê dixwazin ehliyeta wan şofêran ji wan were standin daku careke din tiştên wiha dubare nebin.

Li welatên pêşketî ji bo kontrolkirina wan rewşan şofêrên texsiyan ser bi şîrket an sendîkayên taybet in û di dema çêbûna her pirsgirêk an dozekê de şîrket an sendîka berpirsyar e, lê li Kurdistanê hemû berpirsyarî di destê şofêr bi xwe d ene. Herwiha li welatên din şofêrên texsiyan ji bo wergirtina destûrnameya karkirinê pêwistî bi xwendin û perwerdeyên taybetî heye, ku têde fêrî tevgera bi şênî û biyaniyan re tên kirin.

Lê ligor agahiyên ku pisporên trafîkê dane BasNewsê, heta çend sal berê jî destûra şofêrtiya otomobîlê yek bû, niha raste hinek tên bêzarkirin lê di warê yasayî de hinek zanyariyan didin şofêran lê hemû tişt devkî û demkî ne û şofêr piştî wergirtina ehliyetê nayên şopandin.

Rojnamevaneke İtalî bi navê Sofia ji BasNewsê re axivî û got: ’‘‘Ji dema ku hatime Hewlêrê du caran rastî bûyerên wiha bûme, hêdî hêdî ew mesele li Hewlêrê asayî û pir reng dibe, evna jî bo me pirsgirêkeke mezine û divê aliyên peywendîdar meselê bişopînin û çareser bikin’’.

Lê Rêveberê Giştî yê Trafîka Hewlêrê, Azad Xoşnaw ji BasNewsê re got ku heta niha jî wergirtina ehliyeta giştî ne asan e û kesê dawakar piştî perwerdeya tevger û danûstandinê fêrî rêkarên yasayî jî dibe. Xoşnaw wiha axifî: ‘‘Kesên ku rastî wan bûyeran tên dikarin li ba me yan polîs li ser şofêrên texsiyê dozê tomar bikin û bawer bin ku dê lêpirsin ligel wan şofêran were kirin.’’

Basnews
Top