• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Îranê her demjimêrekê 15 telaq tên tomar kirin

Li Îranê her demjimêrekê 15 telaq tên tomar kirin
Daneyên telaq û cudabûna hevseran li Îranê geheştiye asta herî bilind û roj bi roj hejmara wê zêdetir dibe.

Rêveberê Giştî yê Deftera Nifûsê, amar û zanyariyên veguhestina saziya tomar kirina nifûsa Îranê, Elî Ekber Mehzûn ragehand ku di du mehên borî de di her demjimêrekê de 15 telaq li Îranê hatine tomarkirin.

Mehzûn ji ajansa İRNA’yê re axivî û got: ‘‘Bi giştî li seranserê Îranê 21 hezar û 584 telaq hatine tomar kirin.’’Li gor daxuyaniya navbirî ji wê hejmarê 19 hezar û 629 rewş li bajaran û hezar û 955 telaq û cudabûna hevseran ji hev li gundan çêbûye.

Bajarên ku herî zêde hejmara telaqan lê hatine tomarkirin, Tehran bi çar hezar û 250, Xorasan a Rezewî bi du hezar û 22 û Xuzistan bi hezar û 301 telaqan li pêş bûne. Zêde bûna hejmara telaqan, kêmbûna zewacê, kêmbûna hejmara zarokan û bi giştî kêmbûna nifûsa xelkê Îranê bûye sedema dilgiraniya rayedar û desthilatdarên rejîma Îranê.

Li gor amarên fermî rêjeya tomar kirina zewacan li hember rêjeya telaqê li Îranê gelek kêmtir e.
Top