• Sunday, 28 July 2024
logo

Tohmetbarê kuştina Dinyayê: Min ji bona parastina şerefê ew kuşt

Tohmetbarê kuştina Dinyayê: Min ji bona parastina şerefê ew kuşt
Ew zilamê ku çend roj berê hevjîna xwe ya 15 salî ya bi Dinya li parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê kuştibû, di peyameke vîdyoyî de li sûcê xwe mukir hat û ragihand, wî ji bona “parastina şerefa xwe” ev yek kiriye.

Di destpêka meha borî ya îsal de, li Komelgeha Kelekçî ya Dihokê, zilamê bi navê Silêman Ziyab Yûnis, hevjîna xwe ya bi navê Dinya ya 15 salî, bi hêceta ku xiyanet lê kiriye, kuştibû û xwe veşartibû.

Lê Serokê Lêjneya Mafên Mirov a Parlamentoya Kurdistanê, Soran Omer îro li ser rûpela xwe ya Facebookê eşkere kir ku tohmetbarê kuştina Dinyayê peyameke vîdyoyî ji parlamentoyê re şandiye û tê de li sûcê xwe mukir hatiye.

Soran Omer her wiha aniye ziman ku wî zilamî ku navê wî Silêman Ziyab Yûnis e, di vîdyoyê de gotiye ku wî di odeya razanê ya hevjîna xwe de xortek dîtiye lewa ji bona parastina şerefa xwe hevjîna xwe kuştiye.

Wî parlamenterî daye xuyakirin ku dê vê belgeyê radestî polîs bike da ku wek belgeya lixwemukirhatinê were bikaranîn.

Di vîdyoyê de tohmetbarê kuştina Dinyayê, destê xwe datîne ser Quranê û bi erebî dibêje, ji ber ku min di odeya razanê ya hevjîna xwe de xortek dîtiye lewa min ew kuştiye….

Tê zanîn, heta niha jî tohmetbarê kuştina Dinyayê nehatiye girtin.

Rudaw
Top