• Sunday, 28 July 2024
logo

Quran, Incîl û Tewrat li Vatikanê tên xwendin

Quran, Incîl û Tewrat li Vatikanê tên xwendin
Bo cara yekem di dîrokê de, dê dengê Qurana pîroz li Vatikanê bilind bibe û nivêj jî tê de bê kirin.

Roja Yekşema bê wê Vatikan deriyên xwe bo encamdana nivêjê û xwendina Qurana pîroz veke, wek yekemîn car di dîrokê de ku ji bilî Incîlê pirtûkek din a pîroz li Vatikanê bê xwendin.

Hevdemî xwendina Qurana pîroz, dê nivêjek Mesîhî û xwendina Incîlê herwiha dê Tewrat jî bê xwendin, wek destpêşxeriyekê ji Pop Francis bo aşitiyeke reha.

Ev destpêşxeriya han ji aliyê Pop Francis ve hatibû pêşkêşkirin dema ku serdana Felstîn û Îsraîlê kiribû, herwiha ji Serokê Filestînê Mehmûd Ebas û Serokê Îsraîlê Shimon Peres kiribû ku her yek li gor ola xwe li Vatikên nivêj bike û bo vê mebestê jî wê çend ayet ji Qurana pîroz û Tewratê jî bên xwendin.

Dema ku Pop Francis ev destpêşxeriya han kiribû gotibû ku ew ne navbênkariyeke bo birêveçûna danûstandinên aşitiyê di navbera Filetîn û Îsraîlê de, lê tenê wê Ebbas û Peres nivêja xwe bikin û vegerin welatên xwe.

Li gor zaniyariyan dê oldarekî Misilman herwiha oldarekî Mesîhî ligel Serokê Filestînê, herwiha wê Hahamek dê ligel Serokê Îsraîlê jî be, dema serdana Vatikanê dikin.

Herwiha heta niha Vatikanê cihê encamdana vê nivêja 3ê qolî aşkere nekiriye, lê li gor medyay Îtaliya dibe ku nivêj li baxçeyekî Vatikanê yan jî di cihê mayîna Pop Francis bixwe jî birêve biçe.

Rudaw
Top