• Sunday, 28 July 2024
logo

Meha nîsanê 518 jin rastî şidetê hatine

Meha nîsanê 518 jin rastî şidetê hatine
Rêveberiya Nehiştina Şidetê li Dijî Jinan li Herêma Kurdistanê daneyên meha Nîsanê belav kir û têde tê gotin ku di wê mehê de 508 rewşên corbicor ên şideta li dijî jinan hatine tomarkirin.

Li gor wan amaran ku kopiyek ji BasNewsê re hatiye şandin, di meha Nîsanê de, 518 rewşên şidetê li dijî jinan li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin. Li gor heman amaran li parzêgeha Hewlêrê hejmara herî zêde ya rewşên şidetê li dijî jinan hatiye tomarkirin, ku ew jî 199 rewş bûn.

Herwiha li navçeyên din ên Kurdistanê jî hejmar bi vî awayî ne: Dihok 119, Silêmanî 91, Germiyan 63, Raperîn 23 û li sînorê qeza Soran jî 23 rewşên şidetê li dijî jinan hatine tomarkirin.

Derbarê hûrgiliyên van rewşan jî, di daxwiyaniya Rêveberiya Nehiştina Şidetê li Dijî Jinan de wiha tê gotin: “3 rewşên kuştinê, 1 rewşa xwekuştinê, 21 rewşên şewitandinê, 6 rewşên xweşewitandinê, 368 doz hatine vekirin û 9 rewşên destdirêjiyê çêbûne.”

Basnews
Top