• Sunday, 28 July 2024
logo

Melayê ku keçika 15 salî mehr kir hat girtin

Melayê ku keçika 15 salî mehr kir hat girtin
Dadgeha Nehya Qesrokê biryara girtina wî melayî da ku keçika 15 salî mehr kiribû û doh ew mela ji aliyê polîsan ve hat girtin û niha li girtîgeha Şêxan a ser bi Duhokê tê ragirtin.

Di vê derbarê de çavkaniyeke cihê baweriyê ji nehya Kelekçî ji malpera Xendanê re got: ‘’Piştî derçûna biryara girtina wî melayî ku keçika 15 salî mehr kiribû û çend roj berî niha ji aliyê hevserê xwe ve hatibû kuştin, hêzên polîs ên nehyê karîn wî melayî bigrin.’‘

Çavkaniya ku nexwest navê wî were eşkere kirin, wiha axifî: ‘’Doh saet 09:30’ê berî nîvro ew mela ji aliyê polîsên nehya Kelekçî ve hat girtin û niha li girtîgeha Şêxan tê ragirtin.’‘ Fermana girtin û cîbicîhkirina fermanê bo wî melayî piştî wê yekê hat ku 23’ê vê mehê li nehya Kelekçî zaroka zewicandî ya 15 salî bi navê Dunya ji aliyê hevserê xwe ve hatibû kiştin.

Piştî kuştina zaroka zewicandî ya 15 salî, dayîk û bavê wê doz li ser mela (Z.Y.Ş) vekiribûn, lê li gor heman çavkaniyê melayê navbirî dibêje; ‘’Min bi hîç awayekî ew keç mehr nekiriye.’‘

Şeva 23.05.2014’ê li nehya Kelekçî ser bi qezaya Şêxan a Duhokê zaroka zewicandî ya 15 salî bi awayekî hovane ji aliyê hevserê xwe yê 45 salî ve hatibû kuştin û piştre ber bi cihekî nediyar reviya bû, heta niha jî bikuj an jî tohmetbarên wê bûyerê nehatin girtin.

Berî niha Rêveberê Ragehandina Wezareta Ewqafê ya Kurdistanê Merîwan Neqişbendî daxwaz ji Lijneya Mafê Mirov û Lijneya Ewqafê yên Parlamentoya Kurdistanê kiribû ku di zûtirîn dem de wî melayî bibînin yê keçika 15 salî ya Duhokê li wî zilamî mehr kiriye û gotibû: ‘‘Berpirsê yekem ê wê bûyerê ew mela bi xwe ye.’‘

Ji aliyekî din ve rêxistinên jinan jî nerazîbûna xwe pêşan dan û daxwaz dikin ku di demeke herî nêzîk de hemû tohmetbar bên girtin û cezayê xwe werbigirin. Herwiha dixwazin Parlamentoya Kurdistanê jî bi yasayan zewicandina zarokan qedexe bike. Li gelek cihan jî wek nerazîbûn xwepêşandan hatin kirin.

Basnews
Top