• Sunday, 28 July 2024
logo

Jinek 16 salî li taxeke Hewlêrê xwe şewitand

Jinek 16 salî li taxeke Hewlêrê xwe şewitand
Li bajarê Hewlêrê jineke temen 16 salî agir berda canê xwe û di encam de mala wê şewitî û wê jinê jî jiyana xwe jdest da.

Berdevkê polîsên bajarê Hewlêrê, Karwan Ebdulkerîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Îro, danê êvarî, nûçeya xweşewtandinekê li taxa Kuran li Hewlêrê gihşîte me, piştî em gihîştin cihê bûyerê, derket ku jinek ji dayik bûya sala 1998an bi navê (Ş.N.A) agir berda cane xwe û jiyana xwe jidest daye.”

Karwan Ebdulkerîm da zanîn ku “Bi sedema agir mal jî şewitî û tîmên agirkuştinê karîn piştire agir kontrol kirin.”

Li gor gotina berdevkê polîsên Hewlêrê, bavê jina 16 salî gotiye ku “Bi sedema nakokiyên civakî ligel mêrê xwe, xwe şewitandiye.”

Karwan Ebdulkerîm ragihand jî ku niha termê jina 16 salî bo pizîşkê dadwerî hatiye şandin û lêkolîn jî derbarê bûyerê destpêkirine bo mebesta zanîna sedemên xweşewitandinê.

Rudaw
Top