• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Ormiyê mêrekî jin û zaroka xwe xeniqand

Li Ormiyê mêrekî jin û zaroka xwe xeniqand
Li gundekî nêzîkî bajarê Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê mêrekî zaroka xwe ya 9 mehî û hevjîna xwe xenqand û pişt re xwe bi benekî ve daleqand.


Roja dueşmê 26/5/2014, xelkê gundê Pîrancix matmayî man dema ku bihsîtin gundiyê wan ê bi navê Arif Neqişî zarok û hevjîna xwe xenqandiye û pişt re xwe kuştiye.


Yek ji gundiyên Pîrancix ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku “Arif bi penceşêrê nexweş bû. Wî destpêkê hevjîna xwe xeniqand û pişt re zaroka xwe ya 9 mehî xeniqand, pey re telefona birayê xwe kir û jê re got ku va ewê jî xwe bikuje”.


Li gor gotinên xelkê gundê Pîrancixê, Arif bi benekî xwe li nav malê daleqandibû.


Heta niha ti saziyeke hikûmeta Îranê derbarê vê bûyerê de daxuyanî nedaye

rudaw
Top