• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Rojhilat, bavekî serê keça xwe ya 18 salî jêkir

Li Rojhilat, bavekî serê keça xwe ya 18 salî jêkir
Hat ragehandin ku roja şemiyê (24.05.2014) hevwelatiyekî Kurd li bajarokê Kengawer a parêzgeha Kirmanşanê, serê keça xwe ya 18 salî, ya bi navê Atife Nevîdî jêkiriye.

Atife Nevîdî xwendekara pola duyam a paş navendî bû û sedema kuştina wê keçê jî li ser namûsê û hezkirina ji ciwanekî bû. Navê bavê wê keçê Kerem Nevîdî ye. Heta niha termê wê keça 18 salî li morga nexweşxaneya bajarê Kirmanşanê tê ragirtin, herwiha bavê wê di girtîgehê de ye.

Herwiha di dema bûyerê de tê gotin ku dayika keçikê çûye keça xwe biparêzê, lê ji aliyê zilamê xwe ve hatiye birîndar kirin û niha di nexweşxaneyê de tê ragirtin. Hêjayî gotinê ye ku di adara îsal de, hevwelatiyê bi nave Mesûd Sêyêdî, yê şêniyê qezaya Serpola Zehabê, li jêr navê ’’parastina namûsê’’ sere xwîşka xwe jê kiribû.

Basnews
Top