• Sunday, 28 July 2024
logo

Namzedeke jin li ser asta Duhokê ya yekem bû

Namzedeke jin li ser asta Duhokê ya yekem bû
Di hilbijartinên 30ê nîsanê yên Parlamentoya Iraqê de, nazmeda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Necîbe Necîb li ser asta parêzgeha Duhokê hejmara herî zêde ya dengan bi dest xist.

Necîbe Necîb di van hilbijartinan de 29 hezar û 468 deng bi dest xistin û li ser asata Iraqê jina sêyem bû ku hejmara herî zêde ya dengan bi dest xistiye.

Necîbe Necîb dibêje ku piraniya kesên ku deng dane wê zilam bûn.

Gelek kes civaka Duhokê wek civaka eşîret û girtî dibînin ku rê li rola jinan digire, lê encamên hilbijartinên 30ê nîsan û berî wê yên 21ê îlonê berûvajî vê yekê nîşan didin.


Rudaw
Top