• Sunday, 28 July 2024
logo

Bi rêya nargîlê ciwan bi madeyên hoşber ve tên girêdan

Bi rêya nargîlê ciwan bi madeyên hoşber ve tên girêdan
Niha li Kurdistanê nargîleyan her der dagirtiye û li ser gelek cade, gazîno û cîhên rûniştinê ji bo kişandina nargîleyê hatine vekirin, lê beşek ji tûtina wan nargîleyan bi taybetî yên ku ji Îranê tên, rêjeyeke madeyên hoşber têde ye û di paşerojê de ciwan pêve tên girêdan.

Bazirganekî Kurd yê bi navê Îsmaîl Heme ku bi salane di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de karê ticaretê dike, ji BasNewsê re got: ‘‘Di nav wê tûtina ku ji Îranê bo Kurdistanê têne şandin de hinek madeyên hoşber hene û evna jî dibe sedema kesên nargîleyê hildimijin di paşerojê de bi madeyên hoşber ve werin girêdan.’‘

Muesel an tutin madeyeke ku pêkhateya serekî ya amade kirina nargîleyê ye, wek çawa tûtin ji bo cixareyê ye. Nargîle çi normal be yan fresh pêdivî bi wê madeyê heye, ku di ya yekem de tenê madeyeke û di ya duyem de bi fêkiyekî re tê têkelkirin û buhayê wî hinekî girantire. Û çendîn tamên cuda hene ku ji gelek welatên cîhanê bo Kurdistanê tê şandin û ya herî erzan ji welatê Îranê tê.

Heme wiha dibêje: ‘‘Heyamek berî niha min dixwest bazirganiya madeya Muesel a nargîleyê bikim, ku karekî gelek bi xêr e û ji ber kêmbûna buhayê wê piraniya bazirganan niha wî karî dikin, lê piştre ku min li meselê vekolî bo min derket ku rêjeyeke kêm a madeya hoşber di nav wê tûtinê de heye, ji sedî 0,002 ye û dibe sedem ku kesên wê madeyê bikar tînin pêve bên girêdan û li ser helmijîna wê berdewam bin û herwiha ji bo bazirganan jî dibe bingeha qazanceke baş.’’

Ciwanê bi navê Arî Erşed ku nargîlekêş e got: ‘‘Ez nikarim dest ji nargîleyê berdim, ger rojekê nekêşim hest bi nearamiyê dikim û heta digihim kafeteryayekê sebra min namîne, carna 6 demjimêran li kafeterya nargîleyê dikşînim û qet jê bêzar nabim.’‘

Basnews
Top