• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Xoyê kujer li ser sêdare hate efû kirin

Li Xoyê kujer li ser sêdare hate efû kirin
Hat ragehandn ku piştî 12 salên girtîgehê û li ser sêdareyê girtiyê bi navê Sêyêd Nurullah Tîşe ji aliyê malbata kesê kuştî ve hat efû kirin.

Sêyêd Nurulah Tîşe 12 sal berê di şerekî de li cadeya Merakan a Xoya Rojhilatê Kurdistanê kesek kuştibû lê bi efûya malbata kesê kuştî ji darve kirinê rizgar bû.

Berpirsê Girtîgeha Xoyê, Bexşî ji çapemeniyê re axivî û got: ’’Heşt caran ji bo wê meselê civîn pêk hatin û bi hevkariya kesên xêrxwaz malbata kesê kuştî razî bûn ku kujer efû bikin’’. Hêjayê gotinê ye di çend salên dawî de û bi taybet bi zêdebûna hejmara darvekirinan li Îranê, gelek malbat bi efûkirina kujerên zarokên xwe pêşiya darvekirina girtiyan digirin.

Basnews
Top