• Sunday, 28 July 2024
logo

Hewlêr di kuştina jinan de pêşeng e

Hewlêr di kuştina jinan de pêşeng e
Li gor raporteke Rêveberiya Nehiştina Şîdeta Dijî Jinan a Herêma Kurdistanê, di sê mehên borî de Hewlêr di rewşên kuştina jinan de pêşeng e û Silêmanî jî di warê destdirêjiya zayendî de.

Di raportê de ku kopiyeke ji BasNewsê re hatiye şandin wiha tê gotin: ‘‘Li gor salên borî rêjeya gilîyan ji aliyê jinan ve zêde bûye, evna jî wê yekê pêşan dide ku malbatan ji dêlva şîdetê, zêdetir berê xwe dane dadgehê.‘‘

Li gor heman raportê, di sê mehên borî de bi awayekî giştî li Hewlêrê 624 rewşên şîdeta dijî jinan hatine tomarkirin, di nav wan de 8 jin hatine kuştin, 2 jinan xwe kuştiye, 18 jinên din jî xwe şewtandine, herwiha 580 şikayet hatine tomar kirin. Li Silêmaniyê jî 314 rewşên şîdeta dijî jinan hatine tomarkirin, 17 jin rastî destdirêjiya zayendî hatine, jinekê xwe kuştiye, 5 jinan xwe şewtandine, 241 gilehî hatine tomarkitin.

Li bajarê Dihokê jî 339 rewş hatine tomarkirin, ji wan 2 jin hatine kuştin, 2 jinên din jî xwe kuştine, 15 jinan xwe şewtandine, 359 şikayet jî hatine tomar kirin. Rêveberiya navbirî ragehand ku li gor salên borî rêjeya tomarkirina gilehiyan zêde bûye.

Basnews
Top