• Sunday, 28 July 2024
logo

Asayîşa PYD’ê rê li ber nexweş û xwendekaran digire

Asayîşa PYD’ê rê li ber nexweş û xwendekaran digire
Hevwelatiyên Rojavayê Kurdistanê yên li deriyê Sêmalka mane asê tekez kirin ku çend roj dibe li ser sînorê navbera Herêma Kurdistanê û Sûriyê rawestiyane da vegerin malên xwe lê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) rê nadê wan derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

Di vê derbarê de Berpirsê Rêveberiya Deriyê Pêşxabûr a li ser sînorê di nav bera Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji BasNewsê re ragehand ku endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk 22 hevwelatiyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê ku dixwestin vegerin malên xwe li ser avê girtine.

Di vê derbarê de hevwelatiyê bi navê Hemîd Umer ji BasNewsê re got: ‘‘Zêdeyî 200 kesan li ser sînorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê mane asê û li benda biryara PYD’ê ne da derbasî Sûriyê bibin. Piraniya wan hevwelatiyan nexweş, xwendekar, kal, jin û zarok in ku çar roj dibe mane bê cih û war û di rewşeke xerab de ne.’‘ Tê gotin ku PYD heta niha li ser helwêsta xwe pêdagir e û nahêle hevwelatî di deriyê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

Ji aliyê xwe ve Rêveberê Deriyê Sêmalka Şewket Berbuharî ji BasNewsê re wiha axifî: ‘‘Me 22 hevwalatiyên Rojavayê Kurdistanê û çend rojnemevan ku dixwestin rewşa sînor ji nêzîk ve bişopînin bi rêya kelekê rêkirin Rojavayê Kurdistanê lê Asayîşa PYD’ê ya li ser sînor şofêrê belemê-kelekê, rojnemevan û ew hevwelatî hemû girtin, pişt re rojnemevan berdan lê yên din heta neha tu zanyarî li ser wan nînin. Niha jî 200 kes li ser sînor dimînin û çaverê ne PYD rê bide wan da derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.’‘

Wek tê zanîn Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) deriyê Sêmalka yê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de bi hinceta kolana xendekan bi dirêjahiya 17 kîlometreyan, ji aliyê xwe ve girtiye û nahêle kes têre çûn û hatinê bike.

Hêjayê gotinê ye berî neha jî Deriyê Sêmalka bi aweyekî fermî ji aliyê PYD’ê ve hatibû girtin bi hinceta ku nevçeyên Kurdan li Sûriyê tu sûdê ji vekirina wî derî nabînin, lê piştî rêkeftinekê di navbera aliyên siyasî de hat vekirin. Herwiha berpirsekî hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ragehandibû ku heta neha li herêmê zêdeyî 240 hezar koçberên ji Rojavayê Kurdistanê hene.

Basnews
Top