• Sunday, 28 July 2024
logo

Destdirêjiya ser keçên penaber yên Rojava

Destdirêjiya ser keçên penaber yên Rojava
Li Kampa Basirme ya penaberên Rojavayê Kurdistan`ê ya ser bi bajarê Hewlêr`ê ve, mamosteyekî bi regez Ereb yê bi navê (M.E) ku waneyê bîrkarê dide refên 4 û 5 ya seretayî, destdirêjiya sêksî li keçeke penaber ya Rojavayê Kurdistan`ê kiriye û piştî agahdarbûna akinciyên wê kampê nerazîbûnên tund li hemberî wê kiryarê nîşan dan.

Piştî agahdarkirina kesûkarên wê keça xwendekar, welatiyên kampê nerazîbûna xwe nîşan dane.

Tê gotin ku, ew mamosta ji aliyê asayîşa Hewêlêrê ve hatiye desteserkirin.

Xendan
Top