• Sunday, 28 July 2024
logo

Sala 2014’ê 6 rewşên AIDS’ê li Kurdistanê hatine tomarkirin

Sala 2014’ê 6 rewşên AIDS’ê li Kurdistanê hatine tomarkirin
Berdevkê Wezareta Tendirûstî ya Herêma Kurdistanê, Dr. Xalis Qadir ragehand ku di her çar mehên borî yên îsal de 6 rewşên nû yên AIDS’ê li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.

Xalis Qadir di daxuyaniyekê de ji BasNewsê re behsa hûrgiliyên nexweşên AIDS’ê li Herêma Kurdistanê kir. Qadir eşkere kir ku ji destpêka 2014’ê ve 6 rewşên AIDS’ê li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin û got: “Ji wan 5 kesên biyanî ne û kesê din jî Kurd e û şêniyê parêzgeha Silmaniyê ye.”

Herwiha wî berpirsî ragehand ku ligel van rewşan hejmara nexweşên AIDS’ê li Herêma Kurdistanê bûye 16 kes û got: “Her geştyar an karkerekî biyanî ku bixwaze li Herêma Kurdistanê bimîne ji balafirxaneyê bo navendên taybet ên pişkinînên AIDS’ê tên şandin, piştî pişkinînê jî rê bi wan kesan tê dayîn ku li Herêma Kurdistanê bimînin yan jî rêgirî li mana wan tê kirin.”

Di navbera salên 1986 û 1991ê de, yekem rewşa AIDS’ê ya navxweyî hatibû tomarkiin, di demekê de ku 117 rewşên AIDS’ê yên kesên biyanî hatibûn tomrakirin li Herêma Kurdistanê.

Li gor amarên di dest BasNewsê de piştî sala 2001’ê, sal bi sal rewşên nexweşên AIDS û mirina nexweşan bi wê nexweşiyê zêde bûye, di sala 2001’ê de jî tenê yek rewşa AIDS’ê hatibû tomarkirin, ku ew jî kesekî Kurd bû, di sala 2003’an de 4 rewş hatin tomarkirin ew jî biyanî bûn, sala 2004an’ê yek rewş ew jî kesekî biyanî bû, 2005’ê 7 rewş û ew hemû biyanî bûn, sala 2006’ê jî 15 rewş hatibûn tomarkirin ew jî biyanî bûn, 2007’ê 8 rewş û ew jî kesên biyanî bûn, 2008’ê 13 rewşên AIDS’ê hatibûn tomarkirin û biyanî bûn, 2009’ê jî 20 rewşên AIDS’ê hatibûn tomarkirin, 5 kes ji wan xelkên Herêma Kurdstanê bûn û yekî ji wan nexweşan canê xwe ji dest da.

Di sala 2010’an de jî 20 rewşên AIDS’ê hatibûn tomarkirin û 2 nexweşan ji wan canê xwe ji dest dan û ew her du kes xelkên Herêma Kurdistanê bûn, di 2012’ê de 11 rewş hatibûn tomarkirin, 2 ji wan xelkên Herêma Kurdistanê bûn û di sala 2013’ê de tenê 2 rewşên nexweşiya AIDS’ê hatibûn tomarkirin.

Dr. Xalis Qadir got ku ew kesên li Herêma Kurdstanê b. nexweşiya AIDS’ê dikevin tên derman kirin û her meh jî pişkinîn bo wan tên kirin. Ji aliyê xwe rêveberê xweparastina Hewlêrê li Wezareta Tendirûstiyê ya Kurdistanê, Dr. Serheng Celal tekez kir ku eger rewşên AIDS’ê li Herêma Kurdistanê hebin derman û çareseriya pêwîst peyda dikin wek her welatekî din ê cîhanê.

Li gor Berdevkê Wezareta Tendirûstiyê, gelek sedem hene bo zêdebûna hejmara nexwşên AIDS’ê li Herêma Kurdistanê wek: “Zêdebûna diyardeya encamdana sêksa neşer’î, hatina karkerên biyanî, geştkirina hevwelatiyan bo derveyî welat, hatina geştyar û bazirganan bo Herêma Kurdistanê, vegera Kurdên derve bo welat, bikaranîna madeyên hoşber û belavbûna vê nexweşiyê li welatên derdora Herêma Kurdistanê.”

BasNews
Top