• Sunday, 28 July 2024
logo

NY: Piraniya penaberên Rojava rastî destdirêjiya seksî tên

NY: Piraniya penaberên Rojava rastî destdirêjiya seksî tên
Ofîsa Jinan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bi hevkariya çend ajans û rêxistinên din ên navdewletî, lêkolînek derbarê rewşa keç û jinên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Başûrê Kurdistanê bûne penaber, pêk anî.

Piştî salekê, ofîsê encamên lêkolîna xwe aşkere kirin û tê de hejmarên metirsîdar li ser destdirêjiya seksî û îşkencekirina ku keç û jinên penaber rastî tên, derxistin holê.

Li gor encaman, piraniya jinên penaber ji aliyê karmendên asayişê û karmendên komisyona penaberan ve rastî destdirêjiya seksî hatine.

Amarên Neteweyên Yekbûyî diyar dikin ku 224 hezar û 456 penaber li Iraqê dijîn û ji sedî 97 li Başûrê Kurdistanê ne. ji wan, ji sedî 43% di kampan de dijîn ku li gor wê amarê, ji sedî 47 û nîvê penaberên ku navê xwe tomar kirine, ji regezê mê ne.

Penaberên ku di lêkolînê de hevpeyvîn ligel wan hatiye kirin, dibêjin keç li ser kar, di teksiyan de û herwiha di nav kampan de jî rastî tundî û destdirêjiya seksî tên. Wek di lêkolînan de hatiye gotin, li kampeke penaberan, keç û malbat ji ber hejariyê neçarin karê leşfiroşiyê bikin, yan jî keçên xwe zû dizewicînin.

Di lêkolînê de ku li ser jin û mêran jî hatiye kirin, her duyan hejarî wek sedema serekî ya tundûtûjiyê dibînin. Ew herwiha ji kêmbûna çavdêriya tenduristî, zêdebûan kirêya xaniyan û nebûna derfetên kar dilgiarnin.

Rûdaw
Top