Îsal 14 jinan li Duhokê hewla xwe kuştinê dane
![Îsal 14 jinan li Duhokê hewla xwe kuştinê dane](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/tundiyadijijine-54353.jpg )
Di vê derbarê de Dr. Samî Celal ji bo BasNewsê re got: ‘‘Ji destpêka îsal heta niha 12 jinên parêzgeha Duhokê rastî destdirêjiya seksî bûne û li gor sala borî, rewşên tacîzê zêde bûne. Herwiha ji destpêka îsal heta niha 2 jin hatine kuştin, du jinan xwe kuştiye û 14 jinan jî hewla xwe kuştinê dane, pênc jin hatine şewitandin û 10 jinan jî xwe şewitandiye.’’
BasNews