• Sunday, 28 July 2024
logo

Zilamên Îraqê lêxistina jinan wek mafê xwe dibînin

Zilamên Îraqê lêxistina jinan wek mafê xwe dibînin
Di çendîn salên borî de Îraq di pêşkeftina warê jinan de yek ji welatên serkeftî bû, lê piştî sala 2003’ê rewşa jinan ber bi xirabiyê ve çûye. Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî nîvê zilamên Îraqê lêdana hevjînên xwe wek mafekî dibînin.

Li gor heman amarê ji sedî 14 ya jinên İraqê li derveyî malê kar dikin û xwedî heza karkirinê ne, herwiha zêdeyî sedî 25’ê jinên di ser 12 salî re nexwendevan in. Niviyê bêhtir a jinên 15 -49 salî di wê baweriyê de ne ku carna mafê mêran heye ku li jinan bidin.

Di vê derbarê de pêşkeşvana televîzyona Îraqê û berbijêra Parlamentoya İraqê Îraqê, Enam Ebdulmecîd wiha dibêje: ‘‘Min bi tu awayî bawer nedikir ku rojekê ji bo mafê jinan kar were kirin, rewşa jinan her ku diçe li Îraqê ber bi xirabiyê ve diçe.’‘

Hêjayî gotinê ye hejmarek parlementer û partiyên di nav parlementoya Îraqê de hewla pesend kirina proje- yasaya Caferî didin ku temenê hevsergîriya keçan ji 18 saliyê bike 9 salî.

BasNews
Top