• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Rojava diyardeya kuştina li ser şerefê zêde dibe

Li Rojava diyardeya kuştina li ser şerefê zêde dibe
Têkçûna rewşa aborî, qelenên giran, kirîna zêr û buhabûna kirêya xaniyan, herwiha pirsgirêkên dikevin pêşiya zewacê, wiha dike ku xort û keç neçar bibin berê xwe bidin hevrevandinê ku dibe sedema serekî ya kuştina li ser şerefê.

Kuştina li ser şerefê wek diyaredeyeke xirab li Rojavayê Kurdistanê zêde bûye ku di meha borî de sê rewşên kuştina li ser şerefê li bajarên Amûdê, Dirbêsiyê û Dêrikê hatine tomar kirin. Vê diyardeya han jî wiha kiriye ku hinek dezgehên civakî, serok eşîr û zanayên olî sulhê di nabera her du malbatên keç û xortên xwe dan revandin de bikin, da rêgiriyê li ber kuştina wan bigrin, lê eger derfeta sulhê û lihevhatinê nebe wê demê malbata keçikê jiyana wê bi dawî dikin ku jêre tê gotin kuştina li ser şerefê.

Li ser zêdebûna kuştina li ser şerefê hinek rêxistinên civakî, dezgehên mafên mirovan û yê jinan çalakiyeê li bajarê Qamişlo li dar xistin û têde kuştina li ser şerfê şermezar kirin. Herwiha daxwaza mafên jinan ên destûrî û pesendkirina yasayeke taybet bi kûştina li ser şerefê kirin.

Di vê derbarê de Berpirsa Ragehandinê ya Rêxistina Sara bo Mafên Jinan Nûra Xelîl ji BasNewsê got: ‘‘Baweriya keçan a bi xortan û hezkirin wiha dike ku peywendiyên ne rewa di nav bera keç û xortan de çêbibin.’‘

Ji aliyê xwe ve çalakvana mafê jinan Nercis Ehmed wiha axifî: ‘‘Ez ligel hevaltiya di nav bera keç û xortan de me, lê bi mercê ku xwe biparêzin ji peywendiyên seksî.’‘ Çalakvaneke din a mafê mirovan bi navê Seher Şêxo jî nerîna xwe wiha anî ziman: ‘‘Problema me ne bi mêran re ye lê bi jinan re ye ku em di civakeke xirab û paşketî de dijîn.’‘

BasNews
Top