• Sunday, 28 July 2024
logo

Li parêzgeha Mûsilê keç tên revandin

Li parêzgeha Mûsilê keç tên revandin
Li parêzgeha Mûsilê çekdarên rêxistina radîkal a Dewleta Îslamî ya İraqê (DAÎŞ) çend keç revandin û ev bûyer bû sedem ku li ba hevwelatiyan tirs çêbibe, bi taybetî yên ku zarokên wan xwendekar in an jî li cihekî kar dikin.

Di vê derbarê de Berpirsê Ragehandina Rêveberiya Polîsên Mûsilê Komîser Mazin Cibûrî nûçe ji BasNewsê re piştrast kir û got: ‘’Qaşo bi mebesta cîhada nîkahê çekdarên terorîst ên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê li parêzgeha Mûsilê û derdora wê çendîn keç revandine û piştre wan dişînin Sûriyê.’‘

Cibûrî wiha axifî: ‘’Ew çekdarên terorîst di sînorê navbera İraq û Sûriyê re û li ber çavê artêşa İraqê bi eşkere derbasî nav axa İraqê dibin û hêzên parastina sînor an jî artêşa İraqê newêrin rûbirûyê wan bibin û rê li wan bigirin.’‘

Ev bûyerên han jî bûne sedema li ba hevwelatiyan tirs çêbibe, bi taybetî yên ku zarokên wan ên keç xwendekar in an jî li cihekî kar dikin. Herwiha daxwaz ji aliyên peywendîdar dikin ku jiyana zarokên wan biparêzin. Hêjayê gotinê ye berî niha jî li heman parêzgehê mamostayên dersa İngilîzî hatibûn tehdîtkirin û ji wan re gotibûn ku çênabe dersên İngilîzî bidin.

BasNews
Top