• Sunday, 28 July 2024
logo

Kujerê zarokê 9 salî li Qersê hat girtin

Kujerê zarokê 9 salî li Qersê hat girtin
Parêzgarê bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê Eyiyob Tepe ragihand ku gumanbarê doza kuştina zarokê 9 salî Mert Aydin ji hemwelatiyên Qersê ye.

Tepe di kongreyeke rojnamevaniyê de diyar kir ku gumanbarê ku bi tometa kuştina Mert Aydin hatiye girtin, navê wî Aykut Bale û jidaîkbûna bajarê Qersê 1991e û herçend ne xizmê malbata Mert Aydine, lê ji nasên wan e.

Parêzgarê Qersê destnîşan kir ku ew kes berê ji bo mijarên diziyê hatibû girtin.

Mert Aydin roja 7 nîsanê ji mal derketibû û wendabûbû û roja 8ê nîsanê kuştî hat dîtin, lê li gor raporta lêkolîna bijîîşkiya dadweriyê, destdirêjî li Mert hatiye kirin û pişt re ew hatiye kuştin.

Rûdaw
Top