• Sunday, 28 July 2024
logo

Li navçeya Bismilê keçeke 14 salî rastî destdirêjiyê hat

Li navçeya Bismilê keçeke 14 salî rastî destdirêjiyê hat
Li navçeya Bismilê ya Amedê keçeke 14 salî rastî destdirêjiyê hat, ji ber vê yekê 9 kes hatin girtin.

keça 14 salî ya bi navê B.V. a xwendekara Dibistana Tepe Bucagi ya bajaroka Tepe ya Bismilê rastî destdirêjiyê hat.

Li gor agahiyan, B.V. ku pirsgirêkên wê yên derûnî hebûn, piştî ku malbatê ew birin cem doktorê derûnî anî ziman ku rastî destdirêjiyê hatiye.

Têkildarî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Bismilê lêpirsîn da destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de 19 xwendekarên ku navê wan di bûyerê de derbas dibin, hatin desteserkirin.

Xwendekarên ku li Fermandariya Qereqola Tepe û Bismil îfadeya wan hat wergirtin, sewqî Dozgeriya Bismilê hatin kirin.

Li dozgeriyê 10 zarok hatin berdan û 9 zarok jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Zarokan a Amedê hatin kirin.

Hat ragihandin ku zaroka k rastî destdirêjiyê hatiye û dayika wê jî desteser kirine.

Rûdaw
Top