• Sunday, 28 July 2024
logo

Hewlêr: Polîsan her 3 kujer girtin

Hewlêr: Polîsan her 3 kujer girtin
3 kesan ciwanek li Hewlêrê bi blokan kuştibûn û reviya bûn. Îro di daxuyaniyekê de berdevkê polîsên parêzgeha Hewlêrê Raîd Karwan Şêx Ebdulkerîm eşkere kir ku ew her 3 kes ji aliyê polîsan ve hatine girtin.

Raîd Ebdulkerîm navê wan kesan jî eşkere kir û got 2 kes ji wan 20 salî ne, yek jî 26 salî ye.

Berdevkê polîsan, diyar kir ku yek ji kujeran kêşeyên wî yên civakî bi kuştî re hebû ye.

AvestaKurd
Top