• Sunday, 28 July 2024
logo

Zarokê 9 salî destpêkê rastî destdirêjiyê hat paşê hat kuştin

Zarokê 9 salî destpêkê rastî destdirêjiyê hat paşê hat kuştin
Li bajarê Qersê yê Bakûrê Kurdistanê, cenazê zarokekî 9 salî ha dîtin ku li gorî lêkolînên pijîşkî, ew zarok destpêkê rastî destdirêjiyê hatiye paşê jî bi keviran hatiye lêdan û dû re hatiye fetisandin. Komek ji gelê Qersê li dijî vê yekê daket kolanan.

Li gorî medyaya Tirkiyê, beriya niha li bajarê Qersê zarokekî 9 salî yê bi navê Mert Aydin wenda bibû. Di encama lêgerînan de zarok bi mirî hat dîtin.

Li gorî agahiyan, cenazê Mert Aydin li nexweşxaneya bajarê Erziromê hat lêkolînkirin, li gorî encamên lêkolînê, zarokê han destpêkê rastî desdirêjiyê hatiye, paşê b keviran hatiye kutan û dû re jî hatiye fetisandin.

Hat gotin, cenazyê wî li Qersê ha definkirin.

Komek ji xelkê Qersê li dijî kuştina Mert Aydin daket kolanan û daxwaza girtina sûcdar kir.

Rûdaw
Top