• Sunday, 28 July 2024
logo

Nekarî bighê xweşewîsta xwe, xwe şewitand

Nekarî bighê xweşewîsta xwe, xwe şewitand
Duhî duşeme 7/4/2014`an gêncekî şêniyê Qeladizê ji ber xwe şewitandinê jiyana xwe ji dest da eve jî bi gotina kesên nêzîkî wî piştî bêhêviya wî ji negihêştina bi xweşewîsta xwe hatiye.

Kesekî nêzîkî malbata wî gêncî ji Xendanê re aşkira kir ku ew gênc navê xwe (Hunerê Zêrînger) bûye û eve çend salike mijûlî karê zêringeriyê bûye li bazara Qeladizê.

Wê jêderê got jî: Huner temenê xwe 24 salî bûye piştî ku êdî dilniya bûye ku çendîn astengiyên civakî li pêşiya wî hene daku bighêje ew kesa ku dixwest bike bi hevjîna xwe duh danê êvarê agir berdaye bedena xwe û îrojî jiyana xwe ji dest daye.

Ji aliyê xwe ve jî cîgirê birêvebirê nexweşxaneya şehîdan a Qeladizê ji Xendanê re ragihand: Duh danê êvarê ew gênce gîhandine nexweşxaneyê lê tevahiya bedena wî şewitî bû.

Xendan
Top