• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Rojavayê Kurdistanê tawanên şerefê derdikevin pêş

Li Rojavayê Kurdistanê tawanên şerefê derdikevin pêş
Di nava du heftiyan de 2 rûdanên tawanên şerefê li nava civaka Kurdî de li Rojavayê Kurdistanê derdikevin pêş û şeva pêncşema borî bi bihaneya parastina şerefê li bajarê Hesekê kesekî jina xwe di xew de kuşt.

Ajansên nûçeyan belav kirin ku zilamekî şeva pêncşema borî li taxa Ezîziyê a bajarê Hesekê jina xwe di xew de gule baran kir û kuşt. Her weha hate ragihandin ku ew jin dayîka 4 zarrokane û pêştir ji ber muameleya xirap a mêrê xwe çend caran ji malê reviyabû.

Hêjayî gotinê ye eve duyemîn bûyere ku diqewime piştî gêncekî ji bajarê Amudê xwîşka xwe ya 27 salî roja 22 adarê bi hinceta ku bi bê xwesteka malbata xwe berya 5 salan zewicî bû ew kuştibû.

Herwiha ew yek piştî ku malbata mêr li gel malbata keçkê lihevatin kiribû û zewaca xwe bi fermî ragihandibû hatiye. Lê belê birayê keçkê bi hevkariya pismamên xwe ew tawan encamdan û ew keç li nîva bazara bajêr kuştin û piştre jî xwe radestî hêzên aasayîşa Amudê kiribûn.

Hatiye ragihandin ku ew keçik dayîka 2 zarokan bûye û bi zarokekî 5 mehî jî hamîle bû. Ev rûdan ji aliyê rêxistinên civaka sivîl rastî şermezariyek mezin hatiye û sizayekî tund derbarê kujerên bi navê tawanên şerefê li hemberî jinan xwestine.

PUKmedia
Top