• Sunday, 28 July 2024
logo

Dengê jinên Kurdistanê gehişte Parlamentoya Ewropayê

Dengê jinên Kurdistanê gehişte Parlamentoya Ewropayê
Duh li Parlamentoya Ewropayê li Brukselê konferansek bi slogaba ‘Li Herêma Kurdistanê astengiyên qanunî û dadgerî di herêmekê de ku mafên jinan tên binpêkirin’ hat lidarxistin.

Endama Parlamentoya Ewropayê Anna Gomez malovaniya konfransê kir û ji aliyê aktivîsta jin Sozan Seîd, rojnamevan Necîbe Qeredaxî û şanoger Rêzan Saleh ve hat organizekirin. Anna Gomez di axaftina vekirinê de got; “Ez di sala 2007’an de çûm Herêma Kurdistanê û min hevditin bi rayedarên Parlamentoya Kurdistanê re kirin û çend kes jî li saziyên sivil dîtin. Li wê herêmê her kesî qala kuştina jinan a di bin navê namusê û serdestiya sistema bavsalarî dikir. Em li vir kombûne ji bo ku piştîvaniya jinan bikin û dawî li vê rewşê bînin.”

Piştre konfrans bi nişandana filmekî dokumentarî ji aliyê Sterk Media Production ku li ser daxwaza Koma Jiyan hatibû amadekirin, li ser îstatistîka kuştinên jinan, nebûna serweriya qanunî û çend mînakên kuştina jinan hatin nîşandan. Piştre Bahar Munzur û Çilure Herdî li ser rewşa jinan a li Herêma Kurdistanê agahiyên berfireh dan û gotin ku hikûmeta herêmê derbarê rewşa jinan de agahiyên ne rast dide raya giştî ya cihanê.

Behar Muzur koma xwe a bi navê Koma Jiyan nasand û got: ‘‘Em têkoşîna jîyanê didin û dixwazin jin hev bigrin li hemberê şidetê û kuştina jinan. Herêma Kurdistanê ji bo jinan bûye cihekî metirsîdar û kuştin bûye karêkî rojane. Em daxwazê ji Parlamentoya Ewropayê dikin ku zextê li Hikûmeta Kurdistanê bike da li gor yasayên derxistine û bê destwerana dadgerî kûjerên jinan bigirin û bid.n dadgehê.’‘

Bahar Munzur behsa çîroka jiyan û kuştina Mamosta Sakar û Nîgar Rehîm kir û hemû beşdar di nav xemgînî û matmayînê de hiştin û got: ‘‘Qanun û dadgeh di vê mijarê de ne serbixwe ne û di bin zextên hikûmet, eşîret û malbat û civakê de biyaran werdigirin.’‘

Endama komê Çilure Herdî jî got bi hezaran jin tên kuştin lê kujerên wan li kuderê ne, tenê çend kes li zindana ne ew jî nayen cezakirin û yeko yeko tên berdan û got: “Ev pirsgirêkeke kûr e, berpirsyarî li ser hikûmetê ye.’‘ Gona Seîd li ser cudakariya di nav qanûnan de sekinî û got cudakarî liser zewac, pirjînî û mîrateyê heye.

Basnews
Top