• Sunday, 28 July 2024
logo

Jina Kurd di hilbijartinan de gelek rekor şikandin

Jina Kurd di hilbijartinan de gelek rekor şikandin
Di dîroka mirovayetî de jin gelek xebatên mezin kirine da ku bigihin mafên xwe û yek ji girîngtirîn xebat jî ku ew jî di desthilatê de bibin xwedî biryar.

Yek ji qadên desthilatdariyê jî qada şaredariyê ye ku li cîhanê di sedsala 20emîn de û piştî ku sîstema şaredariyê derket, jinan karîn bibin serokên wan şaredariyan.

Yekem dewleta ku ew maf daye jinan Fransa bû ku di sala 1944an de jin bû seroka şaredariyê û li Îtaliya 1948, li Japonya û Tirkiyê 1950 û li Swêsrayê 1971an bû.

Li Tirkiyê yekem jin bû seroka şaredariyê di sala 1950an li bajarê Mêrsînê bû û navê wê Mûfîde Îlhan bû û li Bakurê Kurdistanê Zekiye Midyat ku bi navê Xatê Midyatê dihat naskirin ku li salên 1957 heta 1960 bû seroka şaredariya Midyadê û neviyê wê Sermiyan Midyad di sala 2013an de bi navê wê fîlmeke sînamyê bi nav û bang “Hikûmeta Jina” çêkir.

Di hilbijartina şaredariya 2014an de Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Patiya Demokratîk a Gelan (HDP) sîstema hevserokatiyê ji xwe re kir rêbaz, ji ber wê jî li herderê li kêleka namzedên mêr nemzedên jin jî diyar kirin .

Li Tirkiyê 4 jin bû serokên şaredariyê bajaran, li Amedê hevseroka BDPê û perlementera serbixwe ya Sêrtê Gultan Kişanak û li bajarê Colemêrgê Dîlek Hatipoglu ku namzedên BDPê ne, li bajarê Entabê wezîra malbat û civakê ya berê Fatima Şahîn ku namzeda Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ye û herwiha namzeda Partiya Komara Gel (CHP) li bajarê Aydina Tirkiyê Ozlem Çerçîoglu jî bû seroka şaredariyê.

BDPê di hilbijartina şaredariya vê carê de 20 serokên jin ên şaredariya navçeyan bi ser xist û ji serokên şaredariyê yên herî di temenê xwe de biçûk dîsa Jine, ew jî seroka şaredariya navçeya Licê ye Rêzan Zogurlu ya 25 salî, dîsa seroka şaredariya ku herî zêde rêjeya dengê xwe bilind bû seroka şaredariya Cizîra Şirnexê ye Leyla Îmret ku ji sedî 83 deng bi dest xwe xist, herwiha di dîroka Tirkiyê de yekem jina bi şerp ku bû serokê şaredariyê Fatma Toru bû ku bû serokê şaredariya navçeya Merama Konyayê.

Lê eger em hejmara hevserokên şaredariya jin ên ku BDPê diyar kirine bidin ser van serokan, ku 18 ji wan hevserokên şaredariya mezin yê bajarane, wê hejmara jinan ku di serokatiya şaredariyê de cî digirin nêzîkî 100 be, ew jî wê di dîroka xebata jinan ya ji bo desthilatdariyê de rekoreke nû û asteke bilnd ji tekoşîna wan be.

Rudaw
Top