• Sunday, 28 July 2024
logo

Newrozê zêdeyî 500 hezar geştyar hatine Kirmanşanê

Newrozê zêdeyî 500 hezar geştyar hatine Kirmanşanê
Hatina geştiyaran bo Rojhilata Kurdistanê bi awayekî berçav zêde bûye, tenê cejna Newrozê de zêdeyî 500 hezar geştyaran serdana Kirmanşanê kirine.

Rêveberê Navenda Kulturî û Pîşeyên Dest û Geştiyariyê li bajarê Kirmanşan ê Rojhilatê Kurdistanê, Ehî Fîelgerş ragihand ku, di rojên cejna Newrozê de zêdeyî 500 hezar geştiyar ji seranserê Îranê hatine parêzgeha Kirmanşan û serdana cihên dîrokî yên wek Bêstûn û Taqosan kirine.

Fîelgerî got: “Heta roja pêncem a bêhnvedana Newrozê, 551 hezar geştyaran serdana Kirmanşanê kirine û di konên demkî de diman.”

Li parêzgeha Kirmanşanê bi dehan cihên dîrokî hene wek Bêstûn, Taqosan, Tikiya Miaunul Mulk, Bêglerbeygî û Bazara Dîrokî, ku bala geştyaran dikşîne. Herwih Kirmanşan mezintirîn parêzgeh e li Rojhilatê Kurdistanê, ku 13 qeza tê de hene û nêzîka 2 milyon hevwelatî tê de dijîn.

Basnews
Top