• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Kurdistanê bexşîna endamên laş zêde dibe

Li Kurdistanê bexşîna endamên laş zêde dibe
Piştî ku Saziya Endambexşînê di roja 01.12.2013’ê de bi awayekî fermî destûra yasayî ji Fermangeha Rêxistinên Sivîl wergirt, di çend mehên borî de 90 kes bûne endamên vê saziyê û biryar dane piştî mirinê endamên laşê wan pêşkêşî xelkê bên kirin.

Saziya Saziya Endambexşînê wek rêxistineke sivîl li Herêma Kurdistanê hatiye damezrandin. Her kesê/a bibe endam, divê 2 forman tije bike, yek ji wan awayê endamtiyê û forma duyem ew e ku pêwist e 5 edamên malbata kesê endam li ser bexşîna endamên laşê wî razî bin, piştre lîjneya pizîşkî bexşîna endamên laşê wî kesî/ê qebûl dike.

Serokê Saziya Endambexşînê ya Kurdistanê Ferhad Mihemd, ji BasNewsê re ragehand ku heta niha 90 kesan biryar daye piştî mirinê endamên laşê xwe pêşkêşî xelkê bikin û form tije kirine. Li gor mercan divê piştî mirina kesê/a endam, aliyên peywendîdar ji aliyê malbata kesê mirî ve bên agahdar kirin û piştre di nexweşxaneyeke taybet de endamên laşê wî bo nexweşekî bên veguhestin ku pêwistiya wan pê heye.

Ferhad Mihemed da zanîn ku her sê parlamentarên Kurdistanê Zana Ebdulrehman, Dr. Rêwas û Heyat Mecîd ligel Rêveberê Kargeha Çîmentoya Silêmaniyê, çend hunermend û rewşenbîrekî forma bexşîna endamên laşê xwe tejî kirine. Herwiha ragehand ku ew kar ji aliyê xelkê ve bi başî tê pêşwazî kirin û hêvî heye hejmareke zêde ya xelkê endamên laşê xwe bibexşin.

Mihemed wiha axifî: ‘‘Ew kar xizmeta mirovahiyê dike û pêwistî bi hişyariya civakî heye, ji ber wê jî me dest bi xebateke pir alî kiriye û roja 13.03.2014’ê bi parlamentoyê re jî axifîn, da proje yasayeke taybet ji bo vî karî pesend bike, wan jî soz dane me. Lê heta niha tu rayedar, wezîr û berpirsên mezin ên hikûmetê biryara endamtiya di saziya me de nedane û mixabin beşek ji wan nizanin saziya me çiye.’‘

Navbirî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘‘Heta niha ev kar ji aliyê Wezîrê Tendirûstî, Yekîtiya Zanayên Olî û Desteya Bilind a Fetwayê û beşek ji parlementaran ve bi başî hatiye pêşwazî kirin. Herwiha biryare Desteya Bilind a Fetwayê di daxuyaniyeke nivîskî de girîngiya karê me ji xelkê û raya giştî re rabighîne.’‘

Endamê Desteya Fetwaya Kurdistanê Mihemed Wertî jî bo BasNewsê wiha axifî: ‘‘Li gor baweriya olî divê kesên ku piştî mirinê endamên laşê xwe dibexşin bi rezamendiya wan û mîratgirên wan be. Ligel wan hemû egeran jî beşeke zanayan li ser meselê nerazî ne.’‘

Basnews
Top