• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Rojhilatê Kurdistanê 1050 binpêkirinên mafên mirovan

Li Rojhilatê Kurdistanê 1050 binpêkirinên mafên mirovan
Li gor ajansên navxweyî yên Kurdî, di sala borî de 1050 binpikirinên mafên mirovan li herêmên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê li hember Kurdan ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatine kirin.

Li gor amarên sala borî ew hejmar ji sedî 51 zêde bûye. Li gor amarên berdest binçavkirina Kurdan ya bê sedem mezintirîn binpêkirina wan mafan e û hat ragehandin ku hejmara kesên binçavkirî 1300 kes e. Binçav kirina hevwelatiyên Kurd zêdetir ji ber nerînên siyasî, olî, çalakiyên sivîl, karkerî û kasibkariyê ne.

Herî dawî peyamnêrê taybet ê Yekitiya Ewropayê bo Mafê Mirovan li Îranê, Ehmed Şehîd di raporta xwe ya derbarê rewşa mafê mirovan de li Îranê behsa girtin û darvekirina Kurdan û gelên din yên Îranê kiribû.

Basnews
Top