• Sunday, 28 July 2024
logo

Milyonek bebîk roja xwe ya yekê derbas nakin

Milyonek bebîk roja xwe ya yekê derbas nakin
Li gor raporteke nû ya rêxistina sivîl ya mafê zarokan “Save the Children“, salane yek milyon bebîk di roja jidayikbûna xwe de dimirin û roja duyê nabînin. Herwiha di sala 2012ê de di çar hefteyên destpêkê yên jiyana wan de, sê milyon bebîk mirin, herwiha 6,6 milyon jî beriya 5-saliya xwe mirin. Di daxuyaniya Save the Children de tê diyarkirin ku hê jî rojane 18.000 zarok jiyana xwe ji dest didin.

Tevî ku hejmara zarokên ku salane jiyana xwe ji dest didin ji 12,6 milyonan di sala 1990î de daketiye 6,6 milyonan di 2012ê de, lê li gor Save the Children du milyonên din jî dikarin salane werin rizgarkirin, eger tedbîrên pêwîst werin standin.

Yek ji sedemên bingehîn ya mirina bebikan, rawestandina dilê wan di dema jidayikbûnê de ye. Herwiha li gor Save the Children, hejmara zarokên ku dimirin li Afrîkayê çar qatî Ewropayê ye.

Rudaw
Top