• Sunday, 28 July 2024
logo

Hejmara qurbaniyên trafîkê ji ya şerê Îran û Îraqê zêdetire

Hejmara qurbaniyên trafîkê ji ya şerê Îran û Îraqê zêdetire
Rêveberê Polîsên Parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ragehand ku di 6 mehên borî de hejmara kesên bi qezaya trafîkê canê xwe ji dest dane ji sedî 23 zêde bûye.

Rêveberê Polîsên Parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê Ceiferê Ajeng da xwiyakirin ku sala borî li bajarê Sine 304 kesan di encama qezayên trafîkê de cane xwe ji dest dane lê îsal hejmar zêdetir bûye.

Cadeyên Rojhilatê Kurdistanê wek cadeyên mirinê tên naskirin û budceyeke gelek kêm ji bo çêkirina wan tê serf kirin. Rêvebrê Polîsên Îranê Komîser Îsmaîl Ehmedî jî wiha axifî: ’’Her sal 18 hezar hevwelatiyên Îranî ji ber bûyerên trafîkê cane xwe ji dest didin ku ev hejmar ji kuştiyên di şerê Îran û Îraqê de zêdetire. Sedema serekî jî xirabiya cade û otomobîlan e.’‘

Bi hatina demsala biharê, gera xelkê dest pê dike û ji ber xirabiya rê û cadeyan hejmara bûyerên trafîkê û qurbaniyan zêde dibe.

Basnews
Top