• Sunday, 28 July 2024
logo

Penaberên Sûriyê karesata serdemê ye

Penaberên Sûriyê karesata serdemê ye
Di nava sê salên krîza mirovahiyê de, Sûriyê ji duyemîn welatê ku mêvandariya hejmara herî mezin a koçberan dikir li dinyayê, bû welatê duyem ê ku koçberên wê li derve hene.

Komisyona penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve dibêje, hejmara koçberên Sûriyê hin bi hin ya koçberê Efxanistanê derbas ku yên herî zêde ne li dinyayê, derbas dike.

Lê ew pêşbînî dike ku heta dawiya vê salê hejmara penaberên Sûriyê bigihe 4 milyon û 100 hezar penaber, wate bi tenê wê îsal milyonek û 700 hezar sûrî bibin penaber.

Jibilî penaberên Filestînê yên ku ji Sûriyê reviyane, niha zêdetirî 2 milyon û nîv hemwelatiyên Sûriyê navên xwe wek penaber li cem komsyona penaberan li welatên hawîrdora Sûriyê nivîsandine, di heman demê de 6 milyon û nîv kes li hundirê Sûriyê koşber û derbeder bûne.

Libnan ku ji ber krîza Sûriyê di nava rewşeke xirab a ewlekarî, siyasî û aborî de dijî, bi hewandina zêdetirî 962 hezar penaberên Sûriyê di pileya yekem a welatên mêvandarîkirina wan penaber de tê, ew jî jibilî malbatên sûrî yên ku li ser hisabê xwe li wir dijîn û herwiha ew karkerên ku berî destpêkirina krîzê de li wir kar dikin.

Piştî Libnanê, Tirkiyê tê û li wir nêzîkî 635 hezar penaberên Sûriyê hene û pey re Urdun e ku mêvandariya zêdetirî 584 penaberan dike.

Herwiha li Başûrê Kurdistan û Iraqê jî zêdetirî 227 hezar kes navên xwe wek penaber qeyid kirine û piraniya wan li kampên li parêzgehên Duhok û Hewlêrê dimînin.

Li Misrê jî 135 hezar penaberên Sûriyê hene.

Penaberên Sûriyê ku ji ber şer reviyane û xwe li cihekî aram û ewlekar xwe girtine, li piraniya welatên ku lê ne êş û azareke din dikişînin, bi taybet li Libnan û Urdunê.

Raste ti kes ji wan ji nêza nemiriye û rêxistinên mirovî û hikûmet alîkariya wan dikin, lê heta niha ew alîkarî ne di asta pêwîst de ye, bi taybet ên di nava kon û çadiran de dimînin, ew li wir ji çavdêriya tenduristiyê mehrûmin û jin û keçên wan rastî tundiyê tên û keç jî tên icbarkirn ku bizewcin.

Lê belê zarokên Sûriyê beşa civakê ya herî zêde ye ku ziyan gihaye wan, UNICEF berî çend rojan got ku paşerja 5 milyon û 500 hezar zarokên Sûriyê li hundir û li koçberiyê nediyar e û di heman demê de nifşekî bi temamî li Sûriyê ji ber tundiyê û nebûna xizmetên tenduristî û xwendinê û rewşa xirab a aborî wenda dibe.

Rudaw
Top