• Sunday, 28 July 2024
logo

Nameya Kilîmulah Tewehudî ji bo jinên Kurd

Nameya Kilîmulah Tewehudî ji bo jinên Kurd
Bi destpêka meha adarê her sal li başûrê Kurdistanê rojek wek roja cil û bergên Kurdî hatiye diyarkirin ku di vê rojê de her kes bi cil û bergên rengîn û netewî diçe ser kar an derve.

Bi minasebeta vê rojê nivîskar û lêkolerê navdar ê Kurd li Xorasanê, Kilîmulah Tewehudî nameyeke taybet ji bo jinên Kurd û girêdayîbûna wan bi cil û bergên netewî re nivîsiye.

Di beşeke nameya Tewehudî de wiha tê gotin: ‘‘Ey xwedaya huner û dilovaniyê, ez bi huner û sifetên te yên qenc serbilind im. Her cara ku li cilên bedew, rengîn û esîl ên te dinêrim ku dîroka pênc hezar saliya bav û kalên me vedibêje ji dilşadî û xirûrê serxweş dibim û dizanim ku te kultura bav û kalên me ji bîr nekiriye û wek hinekan çavgirtî nakeve pey hin kulturên biyanî, hûn dikarin dayikên baş bin û ji bo welatê me zarokên baştir perwerde bikin û nifşê kurmancan ji navçûnê rizgar bikin. Xwîşka min ji bîr neke roja ku te kultur û adetên bav û kalên me ji bîr kir û zimanê me û cilên netewî ji bîra te çûn êdî tu peywendiyek di navbera me de namîne…’‘

Hêjayî gotinêye ku niha nêzîka 2 milyon Kurd li parêzgeha Xorasanê dijîn ku dikeve Bakûrê Rojhilatê Îranê. Meşa eşîrên Kurd bo Xorasanê di dema desthilatdariya Sefewiyan û di salên 1590’a zayînî de dest pê kir û armanca şandina Kurdan bo Xorasanê ev bû ku Kurd vê herêmê li hember êrîşa Ozbek û Moxolan biparêzin. Lê piştî vê û bi taybetî piştî hatine ser kar a Komara Îslamî ya Îranê zext û guşarên ser Kurdên Xorasanê zêdetir bûne.

Basnews
Top