• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Kampa Kewirgoskê keçekê întîhar kir

Li Kampa Kewirgoskê keçekê întîhar kir
Di hundirê du rojan de li sînorê parêzgeha Hewlêrê jineke temen 33 salî bi çekê hat kuştin û keçeke koçber a ji Rojavayê Kurdistanê jî li Kampa Kewirgoskê întîhar kir.

Derbarê van her du bûyeran de Berpirsê Rêveberiya Rûbirûbûna Şîdeta li Dijî Jinan Komîser Jîlemo Ebdûlqadir agahî dan BasNewsê û got: ‘’Roja înê (07.03.2014) li taxa Qelatî Nwê jinek bi destê birayê xwe hatiye kuştin, lê piştî lêkolînên destpêkê derketiye ku fîşek ji destê birayê wê derketiye û xwîşka wî canê xwe ji dest daye. Ew jin 33 salî ye û bira û hevserê wê hatine girtin, niha lêkolîn berdewam in.’‘

Her doh li Kampa Kewirgoskê ya koçberên Rojavayê Kurdistanê keçekê bi xwarina heban întîhar kir. Piştî wêya derdikeve ku wê keçê heb xwarine yekser wê vediguhêzin Nexweşxaneya Acîl a Hewlêrê, lê îro canê xwe ji dest da û lêkolînên derbarê bûyerê de jî berdewam in.

Basnews
Top