Li Dihukê welatiyek dayik û birayekî xwe kuşt
![Li Dihukê welatiyek dayik û birayekî xwe kuşt](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/070314052909.jpg )
Welatiyek li Dihukê dayik û birayekî xwe bi çek kuşt.
Di vê derbarê de birêveberatiya asayîşa Dihukê ragehand ku duhê bi şev welatiyek ku Şîniyê bajarê Dihukê ye û temena vî 53 sale bi çek êrîş kiriye ser dayik û birayekî xwe.
Birêvberatiya asayîşa Dihukê eşkere kir ku di encama êrîşa han de ev welatî dayik û birayekî xwe kuştiye û ber bi deverên çiyayî ve reviyaye lewre hata niha nehatiye binçavkirin.