• Sunday, 28 July 2024
logo

Êdî xulên fêrkirina laşfiroşiyê jî tên vekirin

Êdî xulên fêrkirina laşfiroşiyê jî tên vekirin
Li welatê Spaniyayê, êdî corekî nû ji xulên fêrkirinê vedibin û dema wê tenê 4 demjimêrin, ew jî xula fêrkirina çawaniya laşfiroşiyê ye.

Li gorî nûçeya rojnameya el-Jamhuriye ya Libnanê, grûpek ku ji 8 endaman pêk tê li Spaniyayê xulek vekirine ku tê de rê nişanî wan kesan didin ku çawa laşê xwe bigorşin.

Ev xul tenê çar demjimêran dirêj dike, û kesa ku dixwazê beşdar bibe 60 Euroyî dide.

Navê vê xulê “Destpêkek di laşfiroşiyê de“ ye ku armanca wê rewşenbîrkirina jinên laşfiroşe bi tiştên nihênî û veşartî yên laşfiroşiyê.

Ji aliyê xwe, rêxera vê xulê, Konza Borel dibêje: “Her kesek pêdiviya wê bi perwerdeyê heye, kesên ku di laşfiroşiyê de jî kar dikin ji wan ne cuda ne, ev war ne hêsane, ji ber ku germî di hemû pîşeyan de nîne.”

Rudaw
Top