• Sunday, 28 July 2024
logo

Rewşa tendirûstiyê li Rojavayê Kurdistanê xirab e

Rewşa tendirûstiyê li Rojavayê Kurdistanê xirab e
Ligel berdewambûna krîza Sûriyê, rewşa tendirûstiyê li Rojavayê Kurdistanê ketiye metirsiyê, herwiha hatina koçberên Sûrî bo navçeyên Kurdistanê ev metirsiya han zêdetir kiriye.

Ji aliyek din ve kêmbûna hejmara nexweşxaneyan li Rojavayê Kurdsiatnê, li gor hejmara xelkê, û pêdiviyên pizîşkî yên tê de, metirsiya li ser rewşa tendirûstiyê zêdetir kiriye, wek mînak li Kobanî û Amûdê tenê du nexweşxane hene û ew her du jî bi temamî ne amade ne ji bo pêşwazîkrina nexweşên nexweşiyên giran.

Di vê derbarê de Dr. Bextiyar Hesen ji BasNewsê re got: “Alavên pizîşkî gelekî kêm in, hinek car jî alavên pêwîst ên sivik jî, nayên peydakirin, navçeyên Kurdî bi giştî ji dest kêmbûna nexweşxaneyan û pêdiviyên pizîşkî dinalînin, piraniya nexweşxaneyan jî wek sîmaya nexweşxaneyên meydanî ne, evna ji ber piştguh xistina navçeyên Kurdî bi giştî ji aliyê rejîmê ve bû.”

Hinek nexweşên Kurd jî neçar dibin, ji bo wergirtina derman, serdana nexweşxaneyên mezin li bajarên din ên Sûriyê bikin, ligel metirsiyên li wan navçeyan, wek nexweşên nexweşiya Kanserê yên ku neçar dibin berê xwe bidin nexweşxaneya Bêrûnî li Şamê, tevî nexweşên Gurçikan jî neçar dibin berê xwe bidin navçeyên wiha metirsîdar.

Herwiha niha nexweşxaneyên Tirkiyê jî pêşwaziya rewşên hawarhatinê dikin, di rêya wan deriyên sînorî yên ku niha vekirîne, lê nexweşên din tu sûdê ji vê derfetê wernagirin, ji ber ku Tirkiyê gelek asteng danîne pêş derbasbûna nexweşan.

Lê ligel vê yekê ji bo sivikirina barê nexweşan li ser mile malbatên wan, hinek navendên tendirûstiyê alîkariyên sivik pêşkêşî wan nexweşan dikin mîna derzî û dermanan, ew navend alkîkariyên bê bermaber pêşkêşî kesên hejar dikin û gelekî alîkariya wan kirine di warê tendirûstiyê de, ji ber ku gelek malbat hene pereyên kirîna derman li cem wan peyda nabe.

Yek ji wan navendan “Xaca Sor ya Sûrî” ye, ku kevintirîn navend e di vî warî de, lê ji ber metirsiyan û dorpêçkirina rê ji laiyê DAÎŞ’ê ve, karê vê navendê li Kobanî û Efrînê hat rawestanidn. Herwiha navenda “Heyva Sor” jî, ya ku ev nêzîkê salekê dest bi karê xwe kiriye, alîkariyên di warê tendirûstiyê de pêşkêşî hevwelatiyan dike.

Ji aliyê xwe ve berpirsekî ji navenda Kobanî ya Tendirûstiya Xêrxwazî ji BasNewsê re eşkere kir ku rojane 60 kes serdana wan dikin, piraniya wan jin û zarok in, ew dermanan jî bê beramber didin nexweşan. Lê ev navedên wiha li seranserê Rojavayê Kurdistanê nikarin emeliyatan, ji ber nebûna bêdivî û alavên pizşîkî yên pêwist.

Basnews
Top