• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Rojhilat kuştina xwendekarên keç zêde dibe

Li Rojhilat kuştina xwendekarên keç zêde dibe
Hat ragehandin ku cenazeyê keçeke Kurd a bi navê Şeyda Hatemî di beşa navxweyî ya keçan a zanîngeha Çandiniya Nazlû ya bajarê Urmiyê de kuştî hat dîtin.

Hatemî (24) xelkê gundê Nuwi ya devera Mirgever a bajarê Urmiyê bû. Li gor zanyariyan cenazeyê Hatemî roja şemiyê (01.03.2014) ku çend dilopên xwînê li ser ebayê wê bûn, hatiye dîtin. Cenaze beriya ku radestî malbatê bê kirin bo morga nexweşxanê hate veguhestin û li gor gotina polîsan navbirî hatiye kuştin.

Heta niha tu gumanbar li ser kuştina wê xwendekara Kurd nehatine girtin. Hêjayî gotinê ye salane hejmareke xwendekarên keç di beşên navxweyî yên Îranê de bi guman dimrin yan têne kuştin. Guman heye ku Şeyda ji aliyê kes an kesan ve hatibe kuştin.

Îna borî jî keçeke din a xwendekar bi navê Perwîn Heqîrî ku xelkê Nûdşe ya ser bi qezaya Pawe bû, bi awayekî biguman canê xwe ji dest dabû. Keçeke din a xwendekar bi navê Seher Çuynî (19) çend meh berî niha li zanîngeha Bûxelî ya Sîna ya Hemedan hatibû kuştin.

basnews
Top