• Sunday, 28 July 2024
logo

Derya bi deynê biçûk alîkariya 125 jinan kir

Derya bi deynê biçûk alîkariya 125 jinan kir
Cara yekem li Germiyan, jinekê sûd ji deynên biçûk wergirt û navendeke rewşenbîrî bo jinan li mezintirîn gundê Kurdistanê vekir.

Derya Ezîz Mihemed (30) ku niha rêvebera malbenda taybet a Derya ye, bo vekirina dewreyên rewşenbîrî û perwerdeya jinan û zarokan, ji BasNewsê re got: “Piştî ku min zanî xelkên gundê GideGozîne yê xwar Kelarê, ku hejmara şêniyên wê zêdeyî 12 hezar kes in, pêwistiya jinan bi bilindkirina astê rewşenbîrî heye, min gelek caran daxwaz ji aliyên peywendîdar ên Kelarê kir ku navemdeke rewşebîriyê vekin, lê kesî guh neda min, lewma bi rêya wergirtina deynên biçûk ku biqasî 11 milyon û 500 hezar dînar e, di meha Îlonê ya sala 2013’an de, min navenda Derya vekir, bê ku ez ti sûda madî ji vê navendê bibînim, ji wê demê heta niha nêzîka 125 jin û keçên gund sûd ji vê navendê dîtine.”

Derya Ezîz behsa armanca xwe ji vê projeyê kir û wiha axifî: “Armanca min bilindkirin astê rewşenbirî ye li ba jinan û ez wan fêrî pîşeyên cor bi cor dikim da asta şiyanên jinan di pêşerojê de bilind bibin. Niha cihê navenda me gelekî biçûk e û ji du ode û jêrxaniyekî pêk tê, loma em nikarin gelek jin û keçên gund lê kom bikin. Temenê wan jinên ku niha xwe li vir fêr dikin di navbera 12 heta 60 salî de ye, herwiha kesên nexwendevan jî di nav wan de hene.’‘

Ew dewreyên ku navenda Derya ji jinan re vedike ji fêrkirina dirûtin, computer, internet, Quraana pîroz, perwerde û ziman pêk tên. Herwiha di navendê de 5 kes hene ku waneyan didin keç û jinên beşdarên vê navendê. Derya Ezîz bi rêya BasNewsê daxwaz ji aliyên peywendîdare kir ku dayîngeheke-krêşeke hikûmî li wî gundî vekin.’‘

Basnews
Top