• Sunday, 28 July 2024
logo

Jina 4 mêran ducanîye

Jina 4 mêran ducanîye

Dozgerê bajarê Remsa a bakûrê welatê Urdinê pişta xwe da pizîşka dadwerî a zankoya zanistî û tiknoljiyayê daku bikarin pişkînîna DNA li ser zaroka di zikê jinekê de bike ku di heman demê de bi 4 mêran re zewiciye.

Jina bi regez Sûrî ku li bajarê Remsa a welatê Urdinê akinciye di yek demî de bi 4 zilaman re zewiciye û kariye rastiya xwe ji her 4 mêran veşêre, lê piştî ku derket ducanî ye û nekariye bavê zarok destnîşan bike ew kêşe derketiye holê.

Li gor jêderan ew jina Sûrî destpêkê bi 2 zilamên Sûrî re zewiciye û piştî wê jî bi zilamekî Urdinî re û herî dawî jî bi welatiyekî Siûdî re mihra xwe biriye.

Her çar mêrên wê li pêşiya dadgehê amade bûn û her yek ji wan dixwaze nîşan bide ku ew mêrê wê jinê û bavê wî zarokiye.

Jêderê dadwerî jî li hêviya encamên pişkînîna DNA daku bavê raasteqîne yê wî zarokê ku hîna nehatiye dunyaêyê destnîşan bike û ew jin jî dê ji ber binpêkirina yasayê û şerîeta îslamê bê ceza kirinê.

Xendan
Top