• Sunday, 28 July 2024
logo

Temenê wê 14 sale û dixwest biçe Sûriyê şer bike

Temenê wê 14 sale û dixwest biçe Sûriyê şer bike
Fransayê hêzên ewlekariyê keçeke 14 salî ku dixwest biçe Tirkiyê û ji wir ji bo şer derbasî Sûriyê bibe, girtin.

Dozgerê giştî yê bajarê Grenoble li rojhilatê Fransa Jan Iyef ji AFP re ragihand ku bavê keça 14 salî agahî dane hêzên ewlekariyê ku keça wî ji mal derketiye û dixwaze biçe Sûriyê û li wir tevlî şer bibe.

Dozgerê gistî aşkere kir ku ew keç li balafirgeha Lyon dema ku dixwest siwarî balafira ku berê wê li Tirkiyê bû, hat girtin.

Li gor agahiyên ku hêzên ewlekariyê dane, keça 14 salî pilîta çûnê bê veger ji kompanyayekê qut kiriye û pereyê pilîtê ji hesabê xwe yê bankê derxistine.

Dozgerê giştî yê bajarê Grenoble diyar kir ku ew keç niha li navendeke polîs hatiye binçavkirin, lê heta niha li wê yekê mukir nehatiye ku berê wê li Sûriyê bû.

Bav û dayik dibêjin ku keça wan roja duşemê ya borî çû dibistanê û ji wê rojê de venegeriyaye.

Wezareta Navxwe ya Fransa dibêje nêzîkî 700 kes li Fransayê hene dixwazin biçin Sûriyê, ji wan 40 kes niha li Sûriyê ne.

Rudaw
Top