• Sunday, 28 July 2024
logo

Rêjeya herî mezin a xwekuştinê li Kirmaşanê ye

Gulan Media February 27, 2014 Civakî
Rêjeya herî mezin a xwekuştinê li Kirmaşanê ye
Bijîşka Dadê ya Îranê dibêje ku li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, li gor hejmara nişteciyên wê, rêjeya herî mezin a xwekuştinê tê de çêdibe.


Li gor amarên Bijîşka Dadê ya Îranê, Tehran di zêdebûna rêjeya xwekuştinê de yekem e û Kirmaşan a duyem e, lê li gor rêjeya nişteciyan, li Kirmaşan rêjeya herî zêde ya xwekujiyê heye.


Bijîşka Dadê ya Îranê diyar kir ku di 9 mehan de 3 hezar û 125 kes li seranserê Îranê xwe kuştine.


Hin saziyên din ên hikûmeta Îranê dibêjin ku hejmara kesên xwe dikujin gelekî zêdetirî wê hejmara ku Bijîşka Dadê belav kiriye.

Rudaw
Top