• Sunday, 24 November 2024
logo

Laşfiroş di girtîgehan de ne û zinakar jî azad in

Gulan Media February 26, 2014 Civakî
Laşfiroş di girtîgehan de ne û zinakar jî azad in
Li Herêma Kurdistanê bi dehan jin bi tawana zina û laşfiroşiyê hatine girtin û di girtîgehan de ne, zilamên zinaker jî bi serbestî digerin û yasa wan nagire, çalakvanên mafê jinan jî daxwaza azadiya wan jinan an jî çêkirina cîhekî taybet bo wan dikin.

Berê hejmarek rewşenbîr, kesayetiyên naskirî û çalakvanên mafê mirovan û jinan daxwaza azadkirina wan jinên ku bi tawana zinayê hatine girtin û hilweşandina cezayê wan kiribûn. Herwiha Lijneya Bergiriya Mafê Jinan jî bi rêya proje-yasayekê heman daxwaz ji serokatiya parlementoyê kiribû, lê bi piraniya dengan hat red kirin. Her ku diçe hejmara jinan di girtîgehên Herêma Kurdistanê de zêde dibe û zilamên zinakar jî bi azadî digerin.

Hejmareke zêde ya wan jinan di girtîgehên her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê de hene û li gor zanyariyên BasNewsê, tenê li Hewlêrê hejmara wan jinan zêdeyî 50 kesan e. Herwiha parlamantareke berê ya Lijneya Bergiriya Mafê Jinan eşkere kir ku şeş caran serdana girtîgehên Herêma Kurdistanê kiriye û hercarê nêzîka 10-15 jin be haman tawanî dîtine.

Piraniya wan jinan li gor madeya 2-377 a yasaya sizadana Îraqî ya hejmar 111 a sala 1969’an hatine girtin. Çalakvanên mafê jinan di wê baweriyê de ne ku ew yasa li dijî prensîbên mafên seretayî yên jiyanê ne û divê piştî temenê 16 salî seks kirin wek tawanê yasayî neyê hesabkirin û kes li ser wê yekê neyê girtin, bi mercekî ku ew kar bi zorê nehatibe kirin û li ser daxwaza her du aliyan û bê pere çêbûbe. Çalakvan di vê baweriyê de ne ku danûstandina bi karê seksa li derveyî zewacê karê şexsî ya di navbera du kesan de ye.

Serokê Lijneya Bergiriya Mafê Jinan di dewra sêyemîn a Parlamentoya Kurdistanê de, Geşe Dara Celal ji BasNewsê re got: ‘‘Valatiya yasayî ku li Herêma Kurdistanê heye ew e qanûn ya Bexda û Îraqê ye ku li Kurdistanê tê cîbicîh kirin. Ger heman yasa li Kurdistanê bê cîbicîh kirin divê zilam jî bi heman awayî bên cezakirin û çênabe zilam serbest bigerin û jin jî di girtîgehê de bin.’‘

Dara Celal wiha axifî: ‘‘Du caran projeyek ji bo serrastkirinê hat parlementoyê ku carekê hat red kirin û cara duyem jî di bernameya kar de cîh negirt. Divê dosyayên wiha bên çareserkirin, ji ber eger ew kes bên azadkirin jî di nav civakê de bi çavekî xirab li wan tê temaşekirin û belkî rûbirûyê şîdetê bibin, ji ber vê jî divê bi awayekî maqûl bên çarser kirin.’‘

Endama Lijneya Mafê Jinan di gera berê ya parlamentoyê de Kwêstan Mihemed jî bo BasNewsê wiha axifî: ‘‘Me wek lijneyê daxwaz kir ku ji bo jin û zilamên laşfiroş û zinakar yek hesab bê kirin û çênabe ku jin di girtîgehên heyî de bên ragirtin, ji ber saziyên çaksaziyê nînin û belkî bibin sedema xirabtir bûna rewşa jinan, loma divê ew jin ji nû ve bên perwerde kirin û vegerin nav civakê.’‘

Kwêstan Mihemed wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘‘Hejmara jinên ku di girtîgehan de ne berdewam tê guhertin, me çend caran di dewreya dueym û sêyem de serdana girtîgehan kir û her carê 10-15 jin bi wê tawanê di girtîgehan de bûn, ku zilamên bi wan re zina kiribûn serbest bûn û tu pirsgirêkeke wan a yasayî nebû. Jinên wiha li her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê hene û pêwist e dosyayên wan yek alî bibin.’‘

Çalakvaneke din ya mafê jinan, Behre Hemereş jî derbarê mijarê de nerînên xwe wiha anîn ziman: ‘’Eger jinên ku hatine girtin laşfiroş bin, lazime li şûna ceza proseya çakasaziyê derbaz bikin û vegerin nav civakê jiyana xwe ya asayî. Xeletiya herî mezin li Kurdistanê ew e ku zinakar jî bi heman awayê leşfiroşan nayên cezakirin, di demekê de laşfiroş ji ber zext û şert û mercên jiyanê mecbûr bûne wî karî bikin, lê kesên zinaker di hemû rewşan de bi hez û îradeya xwe ew kar kirine.’‘

Basnews
Top