• Sunday, 28 July 2024
logo

“Ez bi deynan hatim vir”

Gulan Media February 25, 2014 Civakî
“Ez bi deynan hatim vir”
Bangîn Şakir li gundê Latîfiyê yê ser bi Qamişloyê di 1969ê de hatiyê dinê. Piştî standina bawernameya bekeloryayê û xilaskirina xizmeta leşkerî, ew hat Ewropayê û ev bûn 22 sal ku li Almanyayê dijî û bê rawestan xebitiye heya ku cihekî xwe di nav karsazan de girtiye. Bangîn deriyê mala xwe li Munsterê ji Rûdawê re vekir û derbarê jiyan û xebata xwe de axivî.

Beriya almanî fêrî tirkî bû


Bangîn ji malbateke xizan tê, dema fersenda koçberiya ber bi Almanyayê ve peyda bibû, pereyên wî ji bo vê rêwîtiyê tine bûn: “Xuşkeke min nû zewicîbû, wê zêrên xwe dan min, birayê min jî pere ji min re peyda kirin, ango bi deynan ez hatim vir. Feqîrî ne şerm e, wê çaxê bavê min ji bo ku pantalonekî ji min re çêbike, qimaş bi deyn kirrîbû û bi deyn jî li ba terzî dirûtibû.” Di 1992yê de Bangîn hat Almanyayê û piştî du sal û nîv mafê penaberiyê stand, di wê demê de wî li bajarê Oberhausenê li ba miroveke xwe di dîkaneke goştfiroşiyê de kar dikir: “Bi rêya vî karî ez fêrî bazirganiyê bûm û ez li wir jî fêrî zimanê tirkî bûm. Ji ber ku gellek Tirk li wir dijiyan, ez fêrî tirkî bûm beriya ez fêrî almanî bibim.” Bangîn dikene û wiha pêde diçe: “Almanî jî bi rêya danûstandina di kar de û li ser cadeyê ez fêr bûm.”



Sê kar bi hev re dikirin


Bangîn dibêje ku wî xwe diavêt her karekî û ji kar neditirsî, derbarê karên xwe yên pêşîn de wiha diaxive: “Du salan min li marketa Edeka kar kir. Piştre, bêyî ku ezmûna min hebe, min dîkaneke penîr û zeytûnan li marketa Kaufland vekiribû. Piştre min li Munsterê li marketa Extra kar kir, wê çaxê jî almaniya min pêşketibû û ez bûm serkarê 12 karkerên goştfiroşiyê. Li wir min nêzîkî pênc salan kar kir, di heman demê de ez li pîzzariyekê dixebitîm û min baxçeyekî zarokan jî paqij dikir. Dema min pîzza dibir malan û rêya wê malê li ser rêya baxçeyê zarokan diket, min bilez odeyek paqij dikir. Kesek bi min nedihesiya ji ber ku ez zû diçûm û vedigeriyam pîzzariyayê.”


Di marketa Extra de Bangîn di nav goştê berazan de dixebitî, bîhna goşt pêre dihat mal û hevjîna wî jî ji wê bîhnê aciz dibû, ji ber wê jî wî berê xwe da karekî din: “Min ji serkarê xwe re behsa pirsgirêkên xwe bi bîhna goşt re kir û min dev ji kar berda. Piştre min Euroşopek (firotina berhemên bi bihaya Eurokê) vekir û kar baş diçû.”


Marketek û cihê berberiyê vekirin


Di 2006ê de jî Bangîn dîkanek li navenda Munsterê vekir û navê Makka (bajarê Misilmanan yê pîroz Mekke) lêkir. Ew dibîne ku ev nav naskirî ye û dikare xelkê gellek neteweyan ber bi dîkana ve bikişîne. Derbarê karê firoşiyê Bangîna wiha dirame “Sextekarî di vî îşî de nabe, ango eger berhemek ber bi xerabûnê ve diçe û tu bidî kirryarê xwe, tu wî kirryarî winda dikî, ew jî ji derdora xwe re dibêje û wiha navê te xerab dibe. Ji roja min ev dikan vekiriye heya niha kesek tine ye ku berhemek ji cem min biriye û paş de vegerandiye. Min gellek ezmûn ji karên xwe yên berê standibû, lewre ez ti kirryarî ji xwe naqeherînim, ez amade me ku ez xesaretê bikim lê kirryarên xwe xesar nekim. Hin car hinek ji min re dibêjin ku wan berhemeke xerabe ji cem min birine û piştre avêtine, digel ku dizanim ew rastiyê nabêjin lê ez berhemeke din didim wan.”


Di dikana Makka de pênc xebatkar hene û tê de keskayî, fêkî, goşt û berhemên xwarinên ji Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê tên firotin. Bangîn di 2009ê de dikaneke berberiyê jî vekir ku heft karker tê de dixebitin. Ji van herdu karan, mal ji bo xwe û birayê xwe re kirrîne, her wisa 11 malên wî hene ku bi kiriyê dide. Li welat jî dikan û xanî kirrîne.


Neçalakiya revenda kurdî li Mûnsterê


Li Munsterê revenda kurdî ne li ser hev e, Bangîn acizbûna xwe ji vê yekê wiha vedibêje: “Di axaftinê de em gellekî jêhatî ne, lê di dema pratîkê de em xwe nadin ver. Em bi kêmanî sed malbatên ji Rojava li vir dijîn, qet nebe 50 malbat ji wan dikarin cihekî peyda bikin ku em lê bicivin û ku zarokên me dersên kurdî bistînin û hevdu nasbikin. Vaye revenda erebî dersên erebî didin zarokên xwe ji bo ku zimanê xwe winda nekin. Mixabin em ne amade ne ku her kesek mehê 10 Euro bide ji bo em cihekî kiriyê bikin ji bo fêrbûna zimanê xwe”.


Derbarê derd û pirsgirêkên revenda kurdî de, Bangîn wiha pêde diçe: “Beriya sê salan em pênc kes me şahiya Newrozê lidarxistibû, me 2500 Euro ji berîka xwe dabû. Bawer bike hinekên ku nehatin şahiyê kêfa wan hat, digotin înşalah xesareta wan gellek be. Digel vê yekê emê îsal şahiya Newrozê lidarbixin, ev erkekî li ser milê me ye ji bo ku zarokên me cejna xwe pîroz bikin”.


Bangîn xelkê xwe li welêt jî ji bîr nake: “Dema ji bo Kurdan arîkarî ji min tê xwestin, ez herdem amade me, lê dive ez zanibim ew arîkarî bi kû ve diçe. Niha xwendekarek li welêt heye ku ev bûn du sal ku ez pereyan jê re dişînim. Derfeta malbatê nîne ku keça xwe bişînin zanîngehê, ji ber wê jî ez lêçûnên wê didim”.


Rudaw
Top