• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Silêmaniyê mamostayekî xwe xeniqand

Gulan Media February 23, 2014 Civakî
Li Silêmaniyê mamostayekî xwe xeniqand
Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê mamostayek li mala xwe de mirî hat dîtin. Tê gotin wî mamostayî xwe xeniqandiye.

Duh danê êvarê li taxa Bextiyarî ya bajarê Silêmaniyê, mamostayek li mala xwe de mirî hat dîtin.

Derbarê bûyerê de berdevkê polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed, ji Rûdawê re got, wî mamostayî li mala xwe de bi kindir xwe xeniqandiye.

Serkewt Ehmed anî ziman ku ew mamosta sala 1988 li bajarê Silêmaniyê ji dayik bibû û mamostayê qonaxa seretayî bû, beriya çend rojan neştergeriya mêjî hatibû kirin û rewşa wî ya derûnî baş nebû.

Li gorî wî berpirsê polîs, dema dê û bavê diçin derve ew jî xwe bi kindir xwe dixeniqîne.

Hat zanîn, termê wî mamostayî bo lêkolînê şandin pijîşkiya dadê.

Rudaw
Top